MARDÎN - NAZMÎ AKYOL
Sûltan Kosenê ku 2 mêtro û 51 santîn dirêj e û xwediyê nasnava "dirêjtirîn mirovê cîhanê" ye gotegotên ku dibêjin xanima wî ya sûriyeyî Merwe Dîbo dev jê berdeya û çûye, derew derxistin.
Kosen, li Gundê Dedeya ku girêdayî navçeya Dêrikê ye dijî û digel bejna wî ya dirêj, dirêjahiya destên wî jî 27,5 sanîmêtro ye û piyên wî jî 36,5 santîmêtro ye û bi van wesfên xwe di Pîrtûka Rekoran a Gûînessê de cî digire. Kosen diyar kir ku gotegotên ku dibêjin xanima wî dev jê berdeya û vegeriyaye Sûriyeyê rast nînin.
Kosen, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 2 meh û nîvek beriya niha zewicîne, lê li Mêrdînê gotegotên wek ku dev ji hev berdane belav bûne. Kosen, got ku xanima wî tu carî dev jê bernedaye û bi dilşadî jiyana xwe berdewam dikin.
Kosen destnîşan kir ku li Mêrdînê gotegotên wek "Xanima Sûltan dev jê berdeya û çûye Sûriyeyê" derketine û wiha axivî: "Her kes telefonî min dike. Di rojekê de 5 an 6 kes li min digerin. Ez li vir bi xanima xwe re me. Evîna dilê min li vir e, neçûye tu derekê. Xanima min berhêvî (bi heml) nîne. Me ji bo xanima min serî lêda ku ew jî bibe welatiya Tirkiyeyê. Serlêdana wê hêj nehatiye qebûlkirin. Em li bendê ne ku di demeke kurt de ew jî bibe welatiya Tirkiyeyê."