SULEYMANIYE
Gelê navçeya Maweta bajarê Silêmaniya HKIyê wisa bawer dikin ku dîkan ew ji qetlîamê xilas kirine, ji ber vê yekê bi sedan sal e ku dîkan serjê nakin.
Li bajar li quntara çiyê peykerekê dîkê ya bi qasî 3 mere û nîvan hatiye çêkirin, ev peyker jî nîşan dide ku gelê navçeyê gelek qîmetê didin dîkan.
Li gor çîroka efsaneyê, gelê Mawetê artêşa dijmîna ku ji bo êrîşê dihat, bi banga bê wext ya dîkan ferq dike.
Hecî Fettahê ku yej ji kalên Mawetê ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku:
"Bi banga bê wext yê dîkê, qismekî gelê Mawetê ji serdagirtina dijmin xilas dibe. Me ji wê rojê pê ve dîkan wekî nîşaneya wefa û sadaqatê dît û ji ber vê yekê em goştê dîkan naxwin."