Qîza Muzeyyen Senara hunermenda muzîka tirkî, Feraye Işilê diyar kir ku vê serê sibehê diya wê wefat kir.
Işilê daxuyanî da nûçegihana AAyê got ku ev demek bû, diya wê li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê ji ber ku satilcanî bû, dihat tedawîkirin. Işilê got ku diya wê îro di saet 07.30an de, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir.
Qîza Senarê, Feraye Işilê diya xwe ji bo 24 saetan di bin kontrolê de be û bê tedawîkirin û xwedîkirin, li mala xwedîkirinê ya kal û pîran bi cih kir. Muzeyyen Senar di 15ê rêbendanê de, ji ber ku satilcanî bû, sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê kirin û li vir 13 rojan hat tedawîkirin.
Senar ji ber nexweşiyê di 2yê sibatê de cardin şandibûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê.