Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de 9 pileyî ve li Bedlîsê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînên Meteorolojiyê hatin hildan, li herêma ku di bin bandora hilmegura nizm a Îzlandayê de ye, tê texmînkirin ku dê danê êvarê berf bibare û li Îdirê şilope bibare.
Bi şev hewaya herî sar li Îdirê 1, li Bedlîsê di bin sifirê de 9, li Mûş û Erdexanê di bin sifirê de 7, Li Erzirom, Wan, Qers û Agiriyê di bin sifirê de 6, li Hekariyê di bin sifirê de 5 û li Ezîrcanê di bin sifirê de 3 pile hat pîvandin.
Bi roj hewaya herî germ li Îdirê 13, li Hekariyê 10, li Wanê 8, li Ezîrcanê 6, li Bedlîsê 5, li Erziromê 3, li Qersê 2, li Erdexanê 1, li Agiriyê sifir, li Mûşê di bin sifirê de 6 pile hat pîvandin.
Li navenda bajaran qalindahiya berfê jî li Bedlîsê 58, li Mûşê 26, li Agiriyê 19, li Erziromê 17, li Erdexanê 12, li Wan, Hekarî û Qersê 1 pile, li Navendên xweşiqitandinê, li Qonaxliyê 103, li Palandokenê 98, li Cibiltepeyê 75, li Erganê 21 santêm hat pîvandin.
Her wiha li gorî nirxên herî dawî, berf û barana ku tê texmînkirin dê danê êvarê dest pê bike, heta 12yê sibatê dê dewam bike.