Yasin Dikme
23 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2022
Li Rihayê 20 kesên nebîna yên ku diçin qursa Quranê bi hînbûna tîpên Braîlle fêrî xwendina Quranê bûn.
Bi hevkariya Miftîtiya Bajêr û Şaredariya Bajêr a Mezin va ji bo kesên nebîna Qursa Quranê ya bi Tîpên Braîlle hat vekirin.
20 kesên nebîna yên tên qursê bi tiliyên xwe yên li ser tîpan digerînin va hînî xwendina Quranê dibin.

Hoceya qursê Zeynep Akbaşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Serokatiya Karên Diyanetê di salên dawîn da ji bo kesên astengdar xebatan dike û qursan vedike.
Akbaşê got ku di vê çarçoveyê da 6 sal berê ji bo kesên nebîna qursa Quranê ya bi tîpên Braîlle perwerdeyê dide hat vekirin û kesên nebîna tiliyên xwe didin ser pergala tîpan ya taybet û bi vê rêbazê hînî xwendina Quranê dibin.
Ji xwendekarên qursê Îremsu Sabaha 10 salî jî got ku wê hefteya borî dest bi qursê kir û bi saya tîpên Braîlle di demeke kurt da hînî xwendina Quranê bû û ji ber vê jî pir kêfxweş e.