Abdullah Söylemez
23 Îlon 2022•Rojanekirin: 27 Îlon 2022
Di demên dawîn da bi saya piştevaniya dewletê li herêmê nebatên tên datînin zêde bû û li Agiriyê paleyên demsalî gulberojkan berhev dikin.
Li seranserê bajêr di 23 hezar dekarî da gulberojkên bo rûn û di 21 hezar dekarî da jî gulberojkên çerezê hatin danîn û bi hatina payîzê va jî berhevkirina wan dest pê kir.

Paleyên demsalî yên ji Rihayê hatine di konên vegirtine da dimînin serê sibehê zû dest bi kar dikin û jin jî di nav wan da hene.
Paleyên demsalî radikin dasên xwe û gulberojkan jêdikin û wê bi qasî meh û nîvekê li bajêr vî karî bikin.

Ji paleyan Mustafa Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku her sal mehên havînê her carê li bajarekî karekî çandiniyê dikin û got ku niha jî li Agiriyê dest bi berhevkirina gulberojkan kirine.
Paleyên demsalî yên ku vî karî dikin her yek ji wan bi armancekê karê xwe dike hinek ji bo debara malê, hinek ji bo xercane û hinek jî ji bo zewacê pere berhev bikin, dixebitin.