Serokomar Erdogan îro diçe Mêrdînê û wê li wê derê beşdarî merasima vekirina 244 projeyan bibe.
Piştî serdana Sêrtê, Erdogan cara ewil e ku wê wek Serokomar here Mêrdînê. Erdogan wê li bajêr beşdarî merasima vekirinê ya 244 projeyan bibe û ev proje wê dest bi xizmetê bikin. Bihayê van projeyan bi tevahî 654 milyon lîre ye.
Amadehiyên serdana Erdogan dewam kirin. Afîş bi panoyan va hatin zeliqandin, welatî hatin vexwandin.
Welatiyên Mêrdînê jî li benda Serokomar Erdogan in.