İbrahim Atmaca
10 Sibat 2020•Rojanekirin: 11 Sibat 2020
Li Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ku parka neteweyî ya herî mezin a Tirkiyeyê ye, berf barî û dîmenên xweş derketin meydanê.
Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê di navbera Îdir û Agiriyê da ye û li ser 88 hezar hektarî ye.
Dehlên Karasu û Bulakbaşiyê û robarên wan jî ji nav parka neteweyî ra derbas dibe. Piştî ku berf barî ekîba AAyê bi droneyê va ji hewa va dîmena parkê kişand.
Parka neteweyî di binê berfê da ma. Bi robarê Karasuyê, bi dehl û niştewaran va dîmenên xweş derketin holê.