Muhammet Kurşun
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 22 Mijdar 2017
ELEZÎZ
Paloya navçeya Elezîzê û navenda qedîm a çandên cuda û terîqetên tesewwifê bi dîmenên xwe yên ciwan di fesla payizê de balê dikişîne.
Payiza ku hêdî hêdî xatirê xwe ji welatê me dixwaze di rojên xwe yên dawî de dîmenên cihêreng derdixîne holê.
Li hemberî van dîmenên dewlemend û rengîn wênekêş berê xwe didin herêmê.
Wênekêş dixwazin van dîmenên ku kêm caran peyda dibin bixin nav galeriya hunerê.
Li newala Çemê Mûradê darên curbecur pelên xwe diweşînin û tebîet bi pelên rengareng dixemile.
Pelên ku ji daran diweşin kesk, zer, sor û rengên navberê digirin.
Navçe jî bi van taybetmendiyên xwe dibe yek ji meskenên muhîm ku geştiyar berê xwe bidinê.