Muhammet Kurşun
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
VAN
Fesla payizê li şarê Wanê xatir ji şêniyan dixwaze û pelên weşiyayî digel bîranînên di wan de veşartî li pey xwe dihêle.
Demsala zivistanê berî ku payiz bar bike konê xwe li bilindahiyên Wanê vegirtiye û ava çeman bi boşayiyeke coşîner diherikin.
Li her deverên rêl û daristanan pelên weşiyayî yên daran xwe wek nîşaneya xatirxwestina payizê nîşan didin.
Simoreyên li ser daran berî qulipîna demsalê hewl didin rojên xwe yên dawîn bi kêf û xweşî derbas bikin. Lewra di fesla zivistanê de rojên çetîn li ber wan in.
Wan ji xeynî pêgeha xwe ya cografîk, gola xwe û qedîmbûna xwe bi tebîeta xwe ya ciwan jî gelekî balê dikişîne.