ekîp
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 5ê wan xwemalî 7 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Derhêneriya fîlma "Averê" Yavuz Turgul dike û di fîlmê da Şener Şen, Rutkay Azîz, Nîhal Yalçin, Tîlbe Saran, Mert Firat, Çîgdem Selişik Onat, Ruhsar Ocal û Defne Kayalar dilîzin.
Di fîlmê da qala serpêhatiyên "Mazhar Kozanlî" dikin û Kozanli hewl dide ku fabirqeya ji bavê wî maye pêş bixe û mezin bike.
- "Şaş Fehmkirin"
Derhêneriya fîlma "Şaş Fehmkirin"ê Ulaş Cîhan Şîmşek dike û di fîlmê da Şevket Çoruh, Îlker Ayrik, Hakan Bîlgîn, Bahadir Efe, Duygu Karaca, Pelîn Sonmez, Ferda Amîn, Pervîn Abîyeva û Îslam Mehreliyev dilîzin.
Di fîlmê da qala malbateke ji Azerbeycanê û malbateke ji Tirkiyeyê dikin, herdu malbat bi hevdu ra hefteyekê derbas dikin.
- "Dema Şabûnê"
Derhêneriya fîlma "Dema Şabûnê" Şenol Sonmez dike û di fîlmê da Elçîn Sangu, Bariş Arduç, Cengîz Bozkurt, Dîla Bayrak û Levent Oktem dilîzin.
- "Kelepçeya Giran"
Di fîlma ku Cuneyt Faruk Arkin nivîsî û derhêneriya wê kir da Faruk Enterlî, Dîlara Cambaz, Mustafa Eren, Mehmet Kaçira û Hulya Hulyali dileyîzin.
Di fîlma Kelepçeya Giran da qala çîroka du mêrên di heman girtîgehê da ne tê kirin.
- "Stêrka Serê Sibehê: Sabahattîn Alî"
Metin Avdaç derhênerê fîlma belgesel a "Stêrka Serê Sibehê: Sabahattîn Alî" ye û di wir da qala heyata nivîskar Sabahattîn Alî tê kirin û nivîskarê tirk ev cara duyemîn e ku bi jiyana xwe dibe mijara sînemayê.
- "Di Ekspera Rojhilat da Mêrkujî"
Derhêneriya "Di Ekspera Rojhilat da Mêrkujî"yê Kenneth Branagh dike û di heman demê da jî di rola sereke da dileyîze. Fîlm li ber romana Agatha Crîstînê ya êdî bûye klasîk hatiye kişandin. Di fîlma drama û mîstîk da rêwîtiyeke bi trenê ya ber Ewropayê ku bê hesab hatiye kirin da 13 kes ji ber mêrkujiyeka di trenê da wek gumanbar tên hesibandin. Senaryoya fîlmê ji hêla Michael Green va hat nivîsandin û tevlî Kenneth Branagh Johnny Depp, Daisy Ridley, Josh Gad, Michelle Pfeiffer, Penelope Cruz, Olivia Colman Willem Dafoe, Judi Dench û Lucy Boynton jî di fîlmê da dileyîzin.
- "Rûyê din ê Hêviyê"
"Rûyê din ê Hêviyê" ku bi destê ji sînamegerên navdar ên Fînlandiyayê Aki Kaurismaki va hat kişandin di Mihrîcana Fîlman a Berlînê da xelata Hirça Zîvîn hilda. Di fîlmê da qala çîroka Wickstromê li Helsînkiyê xwedî restorantê ye û Khaledê penaberê sûriyî ku tevlî xwîşka xwe ji Helebê direve tê Helsînkiyê tê kirin.
Di fîlma bi şirîkatiya Fînlandiya û Almanyayê hat kişandin da û Ville Virtanen, Kati Outinen, Tommi Korpela, Sakari Kuosmanen û Sherwan Haji cih digirin.