15 hezar sûriyeyiyên ku li Nîzipê dijîn wek par îsal jî xemgîn in ku ji welatê xwe dûr ketin sala nû.
Emîne Abdoya sûrî nûçegihanê AAyê re got ku ew ji alîkariyên dewleta Tirkiyeyê kêfxweş in û wiha got: "Ez dixwazim ku di sala nû de aştî û aramî bê welatê min. Ez Sûriyeke bê Esed dixwazim û ji bo vê dia dikim. Ez dixwazim sala 2014an li welatê xwe derbas bikim."
Mistefa Hemşo jî got ku ew dixwaze di sala nû de li Sûriyeyê be û wiha axivî: "Înşaellah sala 2014an dê ji bo me bibe sala azadiyê û aştiyê. Mêvandariya me ya Tirkiyeyê jî bi dawî bibe."