Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeyê Abît Arvas daxuyani da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku konteynirên ku ji Wanê hatine Hîzanê wan jî şandiye gundên bêdibistan û bêlojman.
Arvas diyar kir ku konteynir li gundan danîne cihê wan û ji bo xebitandinê amade ne û wiha axivî:
"Konteynirê li gundan bibin dibistan û lojman. 41 konteynirên ku şandine navçeya me. Me jî konteynir belavê gundên hewcedar kir. Konteyner bi tevahî ji bo bikaranînê amade ne. Erdê navçeya me çiya zehf in û em nikarin li hemû cihan dibistanan vekin. Ji ber vê yekê dibistanên hin gunden me yê wekî konteynir bin. Êdi zarokên me dê her roj ji bo herin dibistanê bi kîlomêtreyan nemeşin. Dibistanên şevînî jî êdî dê berfireh bin û tengasiyê ji holê rabe."
Arvas eşkere kir ku konteynir wek lojmanan hatine amadekirin û wiha got: "Gorî hewcehiyê me konteyner belav kirin. Me ji hin gundan re 2 konteynir şandin. Yekê bibe dibistan û yekê jî bibe lojman. Êdî her kesê li gunde xwe here dibistanê."