27 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
ŞANLIURFA
Beriya Eyda Qurbanê li Şanliurfayê peqlewefiroş ji bo ku siparişên muşteriyên xwe yên li hundirê welêt û yên li dervayî welêt bigîhînin, zêde dixebitin.
Peqleweya Şanliurfayê ya ku navdar e bi rûn, ard û fistiqên Şanliurfayê yên sade tê çêkirin, di eydan de mêvan gelekê jê hez dikin.
Ji ber ku di eydê de zêde tê firotin hosteyên peqleweyê ji şev heta sibê dixebitin ku sîparîşên muşteriyên xwe bigîhînin.
Kîloya peqleweyê di navbera 40 û 60 lîreyan de tê firotin.
Mehmet Ustunellerê ku 41 sale hosteyê peqleweyê ye ji nûçegihanê AAyê re got peqleweya ku ew çêdikin organîk e lewra hemû melzemeyên wê sade û xwarinên Şanliurfayê ye, ji ber vê tahma wê xweş e û zêde tê hezkirin û firotin.
- "Ji bo kesên nexweşiya "çolyak"ê bi wan re heye peqleweya taybet"
Ustuneller got xêncî peqleweya normal ew ji bo kesên nexweşiya "çolyak"ê bi wan re heye jî peqleweya taybet a bi ardê bê gluten tê çêkirin jî derdixin û wiha axivî: "Çêkirina peqlewaya bê gluten zehmet e û karekî hesas e. Em li cihekî cuda wê çêdikin, hostayê wê û hemû melzeme û alavên wê cuda ne. Me heta niha şande gelek bajarên Tirkiyeyê lê şikir tu gilî û gazin heta niha nehatin kirin."