10 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2016
MUŞ
Li Mûşê di çarçoveya projeya "Li Mûşê Gundek Heye" da sol û kinc li 40 xwendekaran hatin belavkirin.
Endamên Civaka Ciwanên Aktîf a Zanîngehê ya ku ji xwendekarên Zanîngeha Alparslanê pêk tên sol, qiyafet û amûrên kirtasiyeyê yên ku ji xwedîxêran berhev kiribûn li 40 xwendekarên Dibistana Azakliyê ya ku ziyaret kirin belav kirin.
Ciwanên zanîngehê qasî demekê bi xwendekaran ra axivîn û bi wan ra eleqedar bûn.
Midûrê Xwendingehê Ercan Sevîm ji bo alîkariyê ji xwendekarên zanîngehê ra sipas kir.