11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
MALATYA
Bona Meletî, Elazig, Adiyaman, Tuncelî û Bîngolê hişyariya cemed û seqemê hat kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn da hat destnîşankirin, tê pêşbînîkirin ku hewayê li Elazig, Meletî û Adiyamanê perçeewr, li Tuncelî û Bîngolê jî dê zahf ewrayî be.
Di daxuyaniya da hat diyarkirin ku germahiyê 1-3 pile zêde be û dê nîvê şevê û ber destê sibê cemed û seqem, cî ciyan jî mij û xumamê çêbe.
Herwiha hat destnîşankirin ku li hemberî rûdanên nexweş, divê welatî û rayedar baldar û bitevdîr bin.