15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
CENEVRE
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinê (RTD) ragihand ku vexwarina qehweyê nabe sedema şêrpenceyê.
Ajansa Navneteweyî ya Lêkolînên Şêrpenceyê ya RTDyê der heqê qehwe dibe sebebê qansêrê da ragihand ku "têra xwe delîl tune".
Hat destnîşankirin ku bêtirî hezar xebatî hat kirin û di encamê da nabe ku qehwe di nava berhemên ku dibin sedema şêrpenceyê da were sinifandin.
Lêbelê rêxistinê di xebata xwe da bal kişand ku vexwarinên ku zêde bi germî tên xwarin, xwedan rîska şêrpenceya xeneqê (qirikê) ne.