Haydar Şahin
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 13 Nîsan 2019
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) diyar kir ku di hefteyeke dawîn da ji ber pevçûnên li Terablusê 7ê wan sivîl 75 kes hatin kuştin û 323 kes jî birîndar bûn.
Cefer Huseynê Nûnerê Libyayê yê RTDyê li Ofêsa Cenewreyê ya NYyê bi telekonferansê ji rojnamevanan ra qala geşedanên dawîn ên li welêt kir.
Huseyn bi bîr xist ku pevçûnên di 5ê nîsanê da li dorberê Terablusê dest pê kiribûn her diçe mezin dibin, li herêmê di hefteyeke dawîn da 75 kes hatin kuştin û 323 kes jî birîndar bûn. Huseyn destnîşan kir ku 7 kuştî sivîl bûn û 10 sivîl jî birîndar bûn.
Huseyn diyar kir ku duh teknisyenekî tenduristiyê birîndar bû, ambulansa nexweş tê da bûn di nav du agiran da ma, Xwedêkirî tiştek pê nehat.
Huseyn bal kişand ku pevçûn ji dorberê ber bi navenda Terablusê tên, ditirsin ku di hefteyên pêşiya me da zirareke mezin li sivîlan bike.
Huseyn got ku hetanî nika di pevçûnan da ji 6 hezarî zêdetir sivîl ji cî û warên xwe hatin kirin, ev sivîlan di avahiyên wekî xwendingehan ên ewledar da bi cî bûn.
Huseyn diyar kir ku di destê nexweşxaneyan da amûrên ku herî zêde 2 hefteyan têrê bikin hene û got, "Ji ber pevçûnan gel bi zehmetî xwe digihîne nexweşxaneyan em ji ber vê dikevin nav fikaran."
- Hefter pevçûn dan destpêkirin
Hefterê serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê ji bo Terablusa paytext bi dest bixe di 4ê nîsanê da ferman dabû û li ser vê yekîneyên HMNyê li dijî wî operasyon dabûn destpêkirin.