Önder Beyter
2020 ж. 29 шілде•Rojanekirin: 2020 ж. 30 шілде
Qelîsêla tehma herêmî ya Rihayê bi destê Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk hat tescîlkirin.
Li gorî daxuyaniya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê (ŞUTSO), serîlêdana tescîlkirina nîşaneya erdnîgariyê ya ku ŞUTSOyê bo "qelîsêla Rihayê" kir, ji hêla Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk hat pesendkirin.
Di daxuyaniyê da cih da axaftina Serokê ŞUTSOyê Îbrahim Halil Peltek ku wî destnîşan kir, Riha ew bajar e ku herî zêde nîşaneya erdnîgariyê wergirt.
Peltek bal kişand ku tevî qelîsêlê, hejmara berhemên ku hatin tescîlkirin, derket 30yî û wiha dewam kir, "Armanca me ya wergirtina tescîlê ew e ku berhemên me bên parastin û naskirin. Ev xebata me ya ji bo berhem û nirxên çandî yên din jî dê bidome."