Serokê Dewleta Bosna Hersekê Aliya Îzzetbegovîç, di 11emîn salvegera mirina wî de li ser gora wî ya ku li Saraybosnayê ye bi merasimekê ve hat bibîranîn.
Ji ber ku Îzzetbegovîç ji bo serxwebûna Bosna Hersekê pêşengtî kir û yekî pir zana bû, navê "Qralê Zana" lê kirin. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Fîîla Demokratîk (SDA) Şefîk Caferovîç, Balyozê Saraybosnayê yê Tirkiyeyê Cîhad Ergînay, Balyozê Saraybosnayê yê Îranê Seyed Huseyîn Racabî, Rayedarên SDAyê, welatiyên Saraybosnayê û welatiyên ku ji Tirkiyeyê hatin beşdarî merasima bibîranînê bûn.