08 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2016
NEZUK
Meşa Aştiyê (Marş Mîra) ya ku bi beşdariya hezaran kesî her sal li Nezuka navçeya Bosna Hersekê li ser rêya daristanê çêdibe, dest pê kir.
Ji bo boşnakên ji ber komkujiya Srebrenîtsayê reviyan û li daristanê meşiyan ku xwe bigihînin bajarê Tuzlayê bên bibîranîn ev meş her sal çêdibe. Îsal 12emîn Meşa Aştiyê tê lidarxistin.
5 hezaran zêdetir kes serê sibê li navçeya Nezukê li hev civiyan. Beşdarvanan ji bo qurbanên komkujiyê dia kirin, rêz li ber wan girtin û li rêya daristanê dest bi meşê kirin.
Piştî meşa 100 kîlomêtroyî ew ê di 10ê tîrmehê de bigihêjin Goristana Potoçariyê. Kesên ku di komkujiyê de hatine kuştin û li Goristana Potoçariyê hatine definkirin.
Ev meş di nav gel de wek "Meşa Mirinê" tê binavkirin. Beşdarvan wê her roj 35 kîlomêtro wê bimeşin û 3 rojan wê di rê de bin. Bi şev ew ê li daristanê bimînin û wê der barê komkujiyê de agahiyan hîn bibin. Kesên ku dema komkujiyê sax xilas bûne wê bîranînên xwe ji beşdarvanan re bibêjin.