Elif Orhan
03 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Leglegên ku mizgîniya biharê ne ji ber ku hewa li gor demsalê sar e nikarin li Beyşehirê xwarinê bibînin û berê xwe dan sergoyên ku lê bermayiyên malan hene.
Piştî berfa ku demek bû li herêmê dibariya germahiya hewayê zêde bû û legleg û gelek cureyên çûkan ên ku hatin navçeyê nekarîn ku xwarinê bibînin û li ser vê berê xwe dan ser sergo.

Legleg ketin nav ziblên ku hatine rijandin û li xwarinê geriyan û di nav çûkên din de dîmenên gelekî balkêş derxistin holê.
Wênekêşên Behşehirî jî ji bo ku wêneyên çûkên ku hatine ser sergo bikşînin jî hatin qadê û demeke dirêj li wir man û wêne kişandin.
Wênekêş Seyît Konyali got "Piştî ku berf barî ji ber ku hewa gelekî sar bû ev der ne tenê ji bo leglegan ji bo cinsên din yên çûkan jî, heywanên kuçelanî jî bûye cihê peydakirina xwarinê. Me di mesaiya xwe ya vir da ev dît."