ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê jiyana koçerên ku di konên reş de dimînin û ji bo heywanên xwe her dem cî diguherînin, di remezanê de dijwartir dibe.
Koçer zivistanê deştên li Şanliurfayê dimînin. Hin ji wan havînê ji ber ku ji bo heywanên wan hênik e diçin cihên bilind ên bajêr hin ji wan jî diçin zozanên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê.
Ji ber ku koçer piraniya salê di nav konê reş de derbas dikin û mecbûr dimînin ku her dem cî biguherînin nikarin ji gelek derfetan sûd wergirin. Jiyana koçerên ku havîna xwe li cihên bilind ên Qerejdaxê derbas dikin di remezanê de dijwartir dibe.
Ajalvan piraniya rojê de bi heywanên xwe re eleqedar dibin û di kelegerma nîvro de ji bo mihên xwe ji bîrên 10 metroyî bi dewlikan avê derdixînin. Mêr bêtir bi pez re eleqedar dibin û jin jî di konan de amadehiya fitarê dikin.
Koçer ji ber germahiyê pezên xwe êvarê diçêrînin û fitar û paşîva xwe jî li merayan ser pezê xwe dikin. Şivanên ku heywanên xwe derdixînin şevînê di bin ronahiya heyvê an jî bi fenerê destan xwarina xwe dixwin.
-"Çiya aramî dide"
Ji koçera Eyyup Akkaya daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ew jî wek kalik û bavê xwe bi heywandariyê re mijûl dibe. Akkaya qal kir ku emrê wî li pêy pez di rêyan de derbas bû û wiha axivî:
"Em nêzî 35 salan e ku tên van çiyayan. Em digel jiyana xwe ya dijwar ji halê xwe memnûn in. Cêyran jî di nav de em nikarin ku ji gelek derfetan sûd wergirin lê belê ev çiya aramî didin. Di remezanê de hewa gelekî germ e. Germ bandorê li heywanên me dike. Em her nîvro ji bîran avê dikşînin. Em bi vî awayî diwestin û xwîdanê didin. Ji bo me vê heyamê zehmetiya herî mezin tunebûna avê ye. Em gelekî diwestin dema ku vê kelegerma havînê de ji bîrê çend metro bilind avê dikşînin û pezên xwe av didin."
Ferît Çetîn jî got ku li konê hatiye dinê û koçertiyê dewam kiriye. Çatîn qal kir havînê dema ku mera baş nebin diçin bajarên din û got ji ber ku îsal şilî baş barî neçûn bajarek din û li bajarê xwe man.
Çetîn da zanîn ku di meha remezanê de ji ber hewaya germ zehmetiyê dikşînin û wiha axivî: "Digel vê yekê ev meh bi kêf û coş derbas dibeç Her roj kesek xwarinê çêdike û bangî cîranên xwe dike, em tên bal hev û bi hev re sohbetê dikin. Em xwarinên xwe ser agirê sergînan çêdikin, ji ber wê tama wan xweştir e."