İbrahim Atmaca
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadolu di deqîqeyên ewil ên sala nû da berf barî.
Li Erdêxan, Erzirom û Qersê di saetên dawîn ên sala 2017an da berf barî.
Di saetên ewil ên sala nû da berf û pûkê cihên bilind û navendên Erdexan û Erziromê spî kirin.
Waliyê Erdêxanê Mehmet Emîn Bîlmez di saetên ewil ên sala nû da ku berf dibarî, Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê û Servîsa 112 Acilê ziyaret kir. Bîlmez sala nû ya xebatkar û nexweşên li nexweşnaeyê pîroz kir.
Bîlmez li nexweşxaneyê daxuyanî da rojnamegeran û got ku sala nû ji bo Erdêxan û welêt bibe wesîleya hizûr, asayîş û aştiyê û wiha dewam kir: "Îsal îqlim hinekî ziwa derbas bû. Înşeallah ev berf wê bi xwe ra bereketê bîne."
Berf li Palandokena Erziromê jî barî û di deqîqeyên ewil ên sala nû da erdê navenda bajêr jî bi temamî spî kir.
Tûrîstên ku ji bo kêf û şahiyê çûbûn Palandokenê bi barîna berfê ra şa bûn û tûrîzmkar jî kêfxweş bûn.
Kesên ku çûbûn Palandokenê bi barîna berfê ra derketin derva û ji xwe ra topên berfê avêtin hevdu û kêfxweş bûn.
Ekîbên berfê yên ŞAredariya Bajarê Mezin ji bo tevdîrê bi makîneyên kar va berf avêtin û xwê rijandin ser rê.
Li Qersê jî di heman saetan da berfê dayê û cihên bilind spî kirin. Bi taybetî jî li Cibiltepeya Navenda Kaşûnê ku çalakiyên serê salê lê tên kirin, tûrîst di bin berfê da derbasî sala nû bûn û kêfxweş bûn.