Li herêma rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de bi 21 pileyan ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitendin, herêm di bin tesîra sîstema hulmegura nizim a Navîna Behra Spî de ye û tê texmînkirin ku li herêmê dê hewa kêm ewrayî be û cih cihan jî mij wê çêbe.
Bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Erdexanê 21, li Qersê 20, li Agiriyê 16, li Erdexanê 11, li Erziromê 14, li Bedlîsê 12, li Wan û Mûşê 7, li Ezirganê 6, li Hekariyê 3 û li Îdirê jî pileyek hat pîvandin.
Qalindiya berfê jî li Bedlîsê 164, li Agiriyê 45, li Mûşê 38, li Qersê 26, li Erziromê 23, li Erdexanê 22, li Hekariyê 18, li navendên xweşiqitandinê yên wek Palandokenê 106, li Konakliyê 118 û li Erganê 77 santêm hat pîvandin.