Berfa ku li Wan, Hekarî û Mûşê dibare dibe sedema zehmetiyan û ji ber berfê rêya gundan hat girtin.
Li Hekariyê ji ber berfê rêya 10 gundan û 20 mezreyan hat girtin. Tîmên berfê paqij dikin ên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku rêyên gundan vebin dixebitin.
Li Mûşê jî ji ber berf û bagerê rêya 20 gundan ê ku girêdayî navendê û navçeyanin hatin girtin. Tîm li herêmên ku êdî berf nabare ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li Başkaleya Wanê jî ji du rojan vir ve hewa sar e û baran dibare. Îro serê sibê pê ve berf barî û bajêr bi berfê ve nixûmî.