Haydar Şahin
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
DIYARBAKIR
Şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt, Batman û Şirnexê yên ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî hat kirin amadehiyên ji bo remezanê hatin temamkirin.
Ji bo remezana hestên alîkarî û piştevaniyê zêde dike li gelek ciyan konên fitarê hatin vekirin û şaredarî ew ê fitarê bidin bi hezaran welatiyan.
- Li Diyarbekirê li 6 ciyan ji bo 6 hezar kesî xwarina germ
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li 6 ciyên bajêr ew ê xwarinê bide 6 hezar kesî.
Kesên hewcedar ên li bajêr ew ê li konên fitarê yên li Meydana Şêx Seîd, pêşiya Mizgefta Mezin, pêşiya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û BenûSenê û 2 ciyên li Baxlarê fitara xwe bikin.
- Mêrdîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê mizgeft bi ava gulan paqij kir û ew ê li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê jî di seranserê remezanê da fitarê bide welatiyan.
- Sêrt
Şaredariya Sêrtê ew ê di seranserê meha remezanê da di rojê da nan bide hezar û 500 kesî.
- Batman
Şaredariya Batmanê jî ew ê di meha remezanê da li 30 taxî rojê li taxekê fitarê bide 5 hezar kesî. Şaredariyê koliyên xurekê li 2 hezar û 500 malbatên hewcedar belav bike û her roj 10 hezar nanî bide welatiyan.
- Şirnex
Şaredariya Şirnexê jî ji bo remezanê amade ye. Şaredarî ew ê di rojê da fitarê bide 500 kesî.