ANKARA
Bi destpêka meha remezanê re welatiyan berê xwe da mizgeftan û nimêja terewîhan ya ewil kirin.
Li gor hilhatin û qulibîna rojê li Tirkiyeyê bajarê ku fitara xwe herî ewil veke Hekarî ye. Li Hekariyê welatiyan ji bo nimêja terewîhan berê xwe dan mizgeftan.
Welatiyên Colemêrgê bi zarokên xwe ve berê xwe dan mizgefta Haci Saît û li wê derê nimêja terewîhan ya roja ewil kirin.
Ji bajarên ku nimêja terewîhan herî zû lê hat kirin jî Wan bû. Welatiyên Wanê berê xwe dan mizgefta Hz. Omer, Yukari Norşîn û Ulu Camiyê û li van deran nimêja terewîhan a ewil kirin.
Di mizgefta Hz. Omer û Ulu camiyê de nimêja terewîhan bi xetmê dest pê kir. Ji bo jinên ku dixwazin nimêja terewîhan bikin jî cih hatin veqetandin. Zarokên ku bi dê û bavên xwe re hatin jî nimêja terwîhan a ewil kir.
Li Tetwana navçeya Bilîsê û li bajarê Mûşê jî welatiyan berê xwe dan mizgeftan û nimêja terwîhan a ewil kir.
Li Stenbolê nimêja terawîhan
Li Stenbolê jî mizgeftên Sultanahmet, Eyup Sultan û Yenî Camî di serî de, li mizgeftên din nimêja terwîhan a ewil hat kirin.
Li mizgefta Sultanahmetê beriya nimêjê der heqê rojî û kesên birojî de wez hatin dayîn û pişt re nimêj hat kirin.
Di bajarê çadiran de nimêja terewîhan
Sûriyeyiyên ku li navçeya Akçakaleya Rihayê di bajarên çadiran de dimînin jî nimêja terewîhan a ewil kirin.
Di 20 mescidên Tesîsa Suleyman Şah de ku nêzî 28 hezar kes lê dimîne, nimêja terawihê hat kirin. Piştî ku mele bang da sûriyeyiyan berê xwe dan mescidên bajarê çadiran. Piştî nimêjê sûriyeyiyan dia kirin ku li welatê wan şer biqede da ku ew jî vegerin welatê xwe.