Hüseyin Demirci
13 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2024
Li Sariqamişa navçeya Qersê ku yek ji cihên bilindtîrîn ên Tirkiyeyê ye, bi hatina payizê ra siruşt bi rengên cuda xemilî.
Newala Karakurt, herêma Karaurgan ku bilindiya wê 2 hezar û 300 raqim e û li nav Daristanên Sariqamişê bi hatina payizê re pelgên daran zer, turinc, sor bûn û siruşt bi rengên cuda xemilî.
Herwiha hin darên êmîşan ên li baxçeyên malên li navendê jî bi rengên xwe yên xweşik bala wênekêşan dikşînin.
Wênekêşê amator Enes Yilmaz ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew demsala payizê ji girtina wêneyên cuda yên siruştê zewq hildidin û wiha dewam kir: "Li Sariqamişê demsala payizê pir xweş e, min jê pir hez kir. Em hatin ku wêneyan bigirin. Me gelek wêne kêşan û kareyên pir xweşik derketin holê."