İsmail Şen,Ramazan KAPLAN
30 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2023
Li Baskîla navçeya Elezîzê ji nunerên dawîn ên karê sefariyê Battal Korpî maye û ew 52 sal e vî karê ku ji bavê xwe hîn bûye, didomîne.
Korpiyê 64 salî di dikana mîrate ya bavê xwe da ku li Taxa Canbeylerê ye ev 52 sal e karê xwe didomîne û dixwaze ev kar wek mîrat bila bigihîje nifşên nû jî lê kesekî li ber destê wî bixebite tuneye.

Di demên berê da ji ber bikaranîna qir û qafên sifir karê sefariyê gelek baş bû lê di salên dawîn da ji ber kêmbûna eleqeya li ser qir û qafên sifir karê sefariyê jî ber bi windabûnê va diçe.
Hostayê sefariyê Korpî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî di 12 saliya xwe da dest bi karê sefariyê kir û 52 sal e ku vî karî dike.

Korpî destnîşan kir ku di salên berê da tevlî bavê xwe gund bi gund digeriyan û sefarî dikirin û ew jî li ber destê bavê xwe hînî vî karî bû û wiha domand: "Wê demê kevçiyên hesin tunebûn me jî sefariya kevçiyên ji sifir dikir. Dema ez bûm 21 salî êdî hemû hûrgiliyên vî karî hîn bûm û bi tena serê xwe li nav gundan digeriyam û karê xwe dikir."
- "Ez dixwazim ev kar winda nebe û bila yek were û vî karî hîn bibe"
Di berdewamiya axaftina xwe da Korpî ragihand ku di demên berê da qir û qafên ji sifir gelek zêde bûn û ji ber vê jî karê wan baş bû lê niha ew eleqe tuneye û dixwaze ku karê wî ji holê ranebe û wiha domand: "Berê 5-6 hoste hebûn lê niha ji bilî min kes nemaye û wan wefat kir. Ez bi salane vî karî dikim û naxwazim ji holê winda bibe. Ez dixwazim ev kar winda nebe û bila yek were û vî karî hîn bibe."