Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh
30 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Li Erdexan û Qersê piştî ku berf ket erdê serma û seqem çêbû.
Li Qersê ji ber serma û seqema zêde camên wesaîtan cemed girtin, qeşa ket erdê û guliyên daran ji qiraviyê sipî bûn.

Li navçeya Sarîqamîşê jî ava kaniyan qerisîn, welatiyan bi tej û brandayan ser wesaîtên xwe nixumandin.
Li navçeyê ji ber hewaya sar ava Çemê Acisuyê jî bi temamî cemed girt.
- Erdexan
Li Erdexana ku bi şev hewaya sar di bin sifirê da 17 pile hat pîvandin cemed çêbû û camên wesaîtan cemed girtin, qeşa ket erdê û guliyên daran ji qiraviyê sipî bûn.