10 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
BATMAN
Li Ulaşa gundê Kercewsa navçeya Batmanê stara gundiyan di destê şehê maran da tuneye û gundî naçar mane.
Şehê maran adeta gundê Ulaşê îstila kir û herî zêde jî bi şev dertên meydanê. Şêniyên gund dikin nakin xwe ji şehê maran xelas nakin. Jinên gund sibê heta êvarê bi firçe û gêziyan mala xwe ji şehê maran paqij dikin, mêrên wan jî mal, baxçe û kolanan derman dikin.
Gundî dixwazin ku ji vê pirsgirêkê ra çareseriyek were dîtin.
Mixtarê gund Nûrî Guneş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku şehê maran 4-5 sal in di mehên ewil ên biharê da piştî ku tarî dikeve erdê, dertên meydanê. Guneş wiha dewam kir: "Ji êvarê heta şefeqa sibê şehê maran li mal û sikakan tije dibin. Ku tarî dikeve erdê ji her derê dertên. Bêhneke pir nexweş dirdixin. Em bi derfetên xwe di tariyê da kuçe û malan derman dikin. Nava malê, ser banî û hewşê gêzî dikin."
Guneş diyar kir ku ew bi van bixukan nikarin û nizanin wê çawa jî bikin û wiha got: "Heke ji van şehê maran çareseriyek neyê dîtin, ew ê mecbûr ji destê wan ji gund koç bikin."
- "Ji arîkan şehê maran dikevin nav xurek"
Ji şêniyên gund Delal Kardaşê jî wiha got:
"Em newêrin sifrê daynin û nan bixwin. Em sifrê datînin, ji arîkan şehê maran dikevin nav xurek. Em alîkarî dixwazin. Em ne dikarin bikevin serşokê ne dikarin bikevin daşirê. Di xewê da şehê meran ser rûyê min geriya û xwîn kir. Ez şaşo paşo bûm. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin."
Alîkarê Midûrê Bajêr ê Xida, Çandinî û Heywandariyê ê Batmanê Halil Ruzgar got şehê maran piranî li cihê tênkêş dertên û piranî di mehên adar û nîsanê da dertên û wiha dewam kir:
"Ji bo tedbîra wan karê herî girîng divê ritûbet were ziwakirin. Kirêçkirina dîwaran bi taybetî ji bo tevdîra van heywanan girîng e. Bi hin dermanan va koka wan tê qelandin, lê ji bo gundiyan hişyariya me ya herî giring ew ku divê dîqqet bikin, şehê maran nekişin guhê wan. Heke bikevin guhê wan jî divê demildest biçin dixtor."