09 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
VAN
Girava Axdamarê ya li Wanê ku tûrîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşan didinê, bi germbûna hewayê û kulîlkvedana darên bihîvan va xemilî.
Axdamara ku di zivistanê da di bin berfê da ye, bi biharê ra bi şînahiya ezman û Behra Wanê û kulîlkên darên bihîvan dixemile û bala ziyaretvanan dikşîne.
Axdamar bi ava Behra Wanê, berfa li ser çiyayê Artosê, dêra xwe ya dîrokî û kulîlkên darên bihîvan bala wênekêşan jî dikşîne.
Gelek wênekêş tên giravê û bedewiyên dîrokî û sirûştî yên giravê dikşînin.