Adil Şahinê ku li rex TOKÎya li taxa Baglarê 20 donim erdê wî heye di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha got: "Dema ku min li hin ciyan rez û bax dîtin, ez fikirîm û min ji xwe re got ku ez jî dikarim li ser erdê xwe tiştekî wiha bikim. Min ewil wekî hobî ev kar kir, lê şûnde min ji bajar û navçeyên cuda cuda şitilên gûz, hurmî, gêlaz, hinar, hêjîr, zeytûn, tû, sêv û hwd peyda kirin û li ser erdê xwe danîn û a niha jî ez jê ber digrim."
Şahîn destnîşan kir ku wî bêyî alîkariya sazî û dezgehan, tenê bi derfetên xwe li ser erdê xwe fêkiyan hildiberîne û wiha dewam kir:
"Min hezkirina xwe ya daran ji hedîsa Cenabê Pêxember a, "Heke ku di destê we de şitilek hebe, ger qiyamet rabe jî, teqez wê biçikînin" wergirt û ji xwe re kir nimûne. Ez dixwazim ku her kes danîna daran ji xwe re wekî erkekî bihesibîne. Heya ku emrê min hebe ez ê daran biçikînim."