Muhammet Kurşun
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 03 Hezîran 2017
TRABZON
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, der barê têkoşîna li dijî terorê de wiha got: "Operasyon bi 10 hezar kesan dewam dike. Zarokên me zeviyên heşhaşê yek bi yek îmha dikin. Li Diyarbekir, Bîngol, Hênê, Kocakoy û wan derdoran esker, polês û gundparêzên me mucadeleyeke mezin didin. Ev operasyon dê bidomin."
Soylu li navçeya Ortahisarê beşdarî merasima temelavêtina avahiya qaymeqamî, şaredarî û şînkahiyê bû. Li vir ji bo welatiyan axivî.
Soylu ji bo eleqeya xelkê Trabzonê nîşanî welatiyên Rojhilatê Başûr dide kêfxweşiya xwe anî ziman û got ev muhebbed, mifteya çareseriya vê meseleyê ye.
Wiha axivî: "Helbet emê mucadeleya li dijî terorê bimeşînin. Lê divê li aliyekî jî germahî yekîtî û tebayiya xwe nîşanî hemû dinyayê bidin. Îdî otêlên Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê tijî ne. Par halê wan pir xerab bû. Emê bi eqliyeteke ku vê bidomîne hereket bikin. Emê koçê bisekinînin. Emê nehêlin teror xelkê me îstîsmar bike. "