Muhammet Kurşun
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 03 Hezîran 2017
WASHINGTON
Fermendeya Hêzên Navendî ya Emrîkayê (CENTCOM), ragihand ku ji Tebaxa 2014an vir ve koalîsyona navneteweyî ya li dijî DEAŞê ku pêşengiya wê Emrîka dike di operasyonên li Iraq û Sûriyê de 484 sivîl bi "xeletî" kuştine.
CENTCOMê rapora xwe ya der barê êrişên esmanî yên li Sûriye û Iraqê û kuştina sivîlan de temam kir.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji Tebaxa 2014an vir ve koalîsyona navneteweyî ya li dijî DEAŞê ku pêşengiya wê Emrîka dike di operasyonên li Iraq û Sûriyê de 484 sivîl bi "xeletî" kuştine.
Di heman demê de li Iraq û Sûriyê 21 hezar û 35 êrişên esmanî hatine kirin di van de îxbara windahiya 440 sivîlan hatiye û tenê 118 pêbawer in lê sivîlên hatine kuştin bi tevahî 484 in. Di rapora meha berê de ev jimar 396 bû.
Lê belê li gor çavkaniyên serbixwe jimar ji 3 hezaran zêdetir e.