18 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
DİYARBAKIR
Welatiyên li Sûr a navçeya Diyarbekirê dijîn piştî operasyonên ji bo girtina çalan, qefaltina mensûbên PKKê û rakirina barîkatan hatin kirin rêçên ji ber êrîşên terorî yên di dikan, mal, xanî û îbadetxaneyên wan de pêk hatin jê bibin hewl didin û paqij dikin.
Piştî ku operasyonên ji hêla hêzên ewlehiyê ve li Sûrê dihat birêvebirin bi dawî bû zirara ku terorîstan da navçeyê jî derket holê. Şopên êrîşên terorî li taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasirli, Savaş, Cemal Yilmaz û di mal û dikanên ser Kolana Gaziyê de baş tên xuyakirin.
Li navçeyê welatî piştgiriyê didin hev û ji bo dikan û malên xwe temîr bikin dixebitin. Hin kes bi tevr û bêran çalên ku li ber deriyên wan hatine kolandin tije dikin û hin ji wan jî ser çalên ku ji ber teqemeniyên hatin înfilaqkirin derketin holê digirin.
Piştî operasyonê welatiyên ku vegeriyan malê xwe û zirara ku endamên rêxistinê dane malên wan dîtin şaş û metel man.
Pace û deriyên ku şikestine hatin guhertin, mobîlyayên zirar dîtin tên temîrkirin û dîwarên ku şûna guleyan tê de ne jî tên siwaxkirin.
Welatiyên navçeyê ji bilî mal û dikanên xwe herî zêde jî li ber Mizgefta Kurşunluya li Taxa Fatîhpaşayê ku ji heyama Osmaniyan mabû ketin û bertek nîşanî êrîşa terorî ya li ser mebedê hatiye kirin dan. Ji ber êrîşan derî, dîwar û amûrên mizgeftê zirar dîtin û welatî dixwazin ku bila mizgefta wan bê temîrkirin.
Welatî bertek nîşanî êrîşên terorî didin û nivîsên ku li ser derî, dîwar û panoyên ceyranê hatine nivîsandin jê dibin, hin kes ser wan xêz dikin û hin kes jî cilsê bi cihê nivîs lê ye didin.
Welatî hêvî dikin ku careke din bûyerên terorî neqewimin û ew jî bi xêr û xweşî bijîn.