18 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
TUNCELÎ
Li Tunceliyê ji ber ku endamên rêxistina terorê teqemeniya ku li ser rê raxistibûn teqandin, ji 4 leşkerên birîndar 2 cangorî bûn.
Li gor agahiyan li ser rêya Tuncelî û Pulumurê di kîlomêtroya 35emîn de dema wesayîta leşkeran derbas dibû teqemenî hat teqandin. Piştî teqînê 4 leşker birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê di nexweşxaneyê de ji 4 leşkeran 2 cangorî bûn.
Dema teqînê ambulans çûbûn cihê bûyerê û doxtoran li wir tedawiya wan a ewil kiribû.
Pişt re rayedaran bi firokeyên skorskyê ve birîndar ji Qereqola Cendirmeyan a Şehîd Mehmet hildabûn û biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê.