Şaredariya Ercîşê li tesîsên civakî yên girêdayî şaredariyê fitar da jinên astengdar.
Endamên meclisa jinan, rêvebirên navenda rehabilîtasyonê û gelek jinên astengdar bi hev re xwarin xwarin.
Seroka Şaredariya Ercîşê Dîba Keskîn di bernameyê de axivî û destnîşan kir ku meha remezanê meha parvekirinê û bihevrebûnê ye.
Keskîn wiha got: "Di vê mêhê de em bi xwîşkên xwe yên astengdar re hatin bal hev û ev tiştekî girîng e.Lê em dixwazin vê hevrebûnê her tim pêk bînin. Wek şaredarî em ê tim bi wan re bin û di hemû xizmetên xwe de em ê wan jî biparêzin."