ELAZIG
Sûlava Çirçirê ya li Kebana navçeya Elazigê bi dîmenên xwe yên xweşik ziyaretvanan heyran dihêle. Tûrîstên herêmî û welatiyên li derve dijîn sûlavê gelekî ziyaret dikin.
Kargerê dezgeha ku Sûlava Çirçirê wir e Ayhan Şîmşek daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got sûlav piştî ku di sala 1974an de Bendava Kebanê hat çêkirin, çêbû. Şîmşek îdia kir ku sûlav "sûlava siruştî ya herî ciwan e".
Şîmşek diyar kir ku hişkesaliyê bandor li ser sûlavê nekir û destnîşan kir ku sûlav ji hêla tûrîzm û aboriya herêmê girîng e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Sûlava Çirçirê bi taybetî ji bo herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo tûrîzmê potansiyeleke mezin e. Bi salane 500 hezar kes sûlava Çirçirê ziyaret dike. Di van rojên ku germahî zêde bûye de rojane 4 hezar û 5 hezar kes Sûlava Çirçirê ziyaret dike. Yek ji sedemên vê yekê ew e ku ev der wekî klîmayeke xwezayî ye. Sûlav piştgiriyeke cidî dide aboriya herêma me. Li herêma ku sûlav wir e nêzî 300î kes dixebite. Hema bêje li navçeya Kebanê bêkarî tuneye."
Ji welatiyan Mûrat Erdemoglûyê ku hat dîtina sûlavê got ku ji Malatyayê hatiye kebanê û got sûlav zehf xweşik e. Cevdet Tugrulê ku ji Balikserê hat navçeyê jî got ku me her dem navê Sûlava Çirçirê dibihîst, dîmenên sûlavê gelekî xweşik in.