DIHOK
Pirsgirêka cî û war a êzdiyên ku piştî êrîşên komên çekdar ên ku di serkêşiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de tevdigerin û Şengala navçeya Mûsilê bi dest xistin, malên xwe terikandin, didome.
20 êzdî li Dihokê di bin Pireya Etîketê de dimîn û zarok, jin û mêr di bin pireyê de di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Malbat tejan radixin ser bêtonê û rojên xwe derbas dikin. Ji ber ku di ser pireyê de wesaît diçin û tên malbat nikarin razên û pirsgirêkeke din a mezin jî paqijî ye.
"Me rihetî nedît"
Hazim Azerê ku tevî malbata xwe ji Şengalê reviya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku nêzî mehekê ye li derva dimînin.
Azer diyar kir ku di dema revê de kurê wî yê 15 salî bi guleyên milîtanên DÎŞIyê ve birîndar bûye û ji ber tunebûna bijîşk miriye û wiha got: "Jin û kal û pîrên me kuştin. Hin kes jî li çiyê mirin."
Azer destnîşan kir ku ji bo xwe bavêjin çiyayê Şengalê 8 saetan meşiyane û got ku nêzî hefteyekê li çiyê mane û paşê jî derbasî Dihokê bûne.
"Ji ber dengê wesaîtan em nikarin rakevin"
Azer diyar kir ku ji hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê daxwaz kirine ku li derekê werin bicîkirin û wiha axivî:
"Hewa zehf germ e. Me xwe avêt binê pireyê. Lê em nikarin zêde li vir bimînin, lewra şert û merc dijwar in. Bi hezaran kes ji Şengalê reviyan û hatin Dihokê. Penaber li kamp, dibistan û parkan dimînin û cî tuneye em herinê. Em daxwaz dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê me li derekê de bi cî bike."
Gozel Xalid jî tevî 7 zarok û mêrê xwe li binê pireyê dimîne. Gozel Xalidê destnîşan kir ku bi ava ku ji mizgeftê tînin xwarinê çêdikin, firaqan dişon û beravê dikin."
Xalidê di berdewamiyê de wiha got: "Em ji mala derketine derneketine rihetiya me tuneye. Li çiyayê Şengalê zarokên me serma dikirin. Em li derva dimînin. Tirsa me ew e ku zarok ji qewetê bikevin û nexweş bikevin. Taybetî jin û zarok li vir zehmetiyê dibînin."
Gund û nehiyeyên li Şengalê di 3yê tebaxê de ketibûn destê DÎŞIyê. Li ser vê bi hezaran êzdiyî xwe sipartibûn çiyayê Şengalê û pişt re jî hatibûn Dihok û Hewlêrê. Hin êzdiyan jî xwe sipartibûn Tirkiyeyê.