Türkan Tosun
28 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Hezîran 2020
Sûlava Girlevîkê ji 40 mêtro jor va diherike, ji 9 çavkaniyan va ava wê gur dibe û 35 mêtro jî dûrî navenda bajêr e.
Her sal bi hezaran turîst dihatin gundê Kalecîkê ku sûlavê bibînin û li vir behna xwe bidin.
Îsal ji ber şewba vîrusa koronayê derketina derva qedexe ye û mirov nikarin bên ziyareta sûlavê. Ji ber vê sûlava ku ava wê bi boş û gur diherike ji mirovan xalî ma.
Sûlava Girlevîkê ji ber şewba Kovîd-19yê bêdeng e
Der û dora sûlavê ji bo seyranê û geştê cihekî pir xweş e, dengê civikan û avê aramiyê dide dilê mirovan.
- "Ev der ji ber Kovîd-19yê wiha bêdeng e"
Wezîfedarê xwaringeheke nêzîkî sûlavê Onder Alca ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber şewbê ev der ji mirovan xalî ma û bêdengiyek heye.
Alaca got Sûlava Girlekî sûlaveke 3 qat e û wiha dewam kir: "Di van deman da ev der wisa qerebalix dibû, we derzî bavêta nediket erdê. Cara ewil e ji ber Kovîd-19yê wiha bêdeng e. Ji ber ku niha kes nayê em jî temîratê dikin. Înşallah em zû ji vê şewbê xilas bibin û sûlava me û kargeha me wek rojên berê coş û xweş bibe."
Wezîfedarekî din ê kargehê Alî Can Arslan jî got ev sûlav ji hêla xwezayê va cihekî turîstîk ê Tirkiyeyê ye, lê ji ber şewbê niha kes nayê û ew hêvî dikin ev roj zû derbas bibin.
Welatî Yilmaz Akkaya jî got ji çar aliyê dinyayê mirov dihatin ziyareta sûlavê û anî ziman ev dem zû derbas bibe û ew bigihêjin rojên berê.