15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2015
ŞANLIURFA
Hosteyên paxirkar ên li Rihayê yên ku li ber jibîrkirinê û bi xêra ziyaretvanên ku tên bajêr li ser piyan mane ji ber bûyerên terorê yên dawîn, rojên teng derbas dikin.
Berhem û alavên paxirî yên ku di demekê de li bajêr pêdiviyeke sereke ya gelê herêmê bûn û hosteyan jî bi ked û zehmetkêşiyê çêdikirin, aniha ji ber ku wekî alavên mitfaqê nayên emilandin, êdî li nava malan û kargehan wekî aksesûar tên bikaranîn.
Alavên paxirî yên ku bala ziyaretvanên ku tên bajêr dikişînin, ji ber ku bûyerên terorê yên dawîn li ser tûrîzmê tesîreke neyênî kir, di dest da man.
Li Çarsûya Bajêr a Dîrokî ya ku dengê nexş û çakûçan şûna xwe daye bêdengiyê û esnaf gilîdar in ku nikarin kar bikin.
Serokê Odeya Paxirkar û Qelakaran Mehmet Nûrî Demîrozu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de îfade kir ku wî ev kar ji bavê xwe dewr girtiye û ev 55 sal e jî vî karî dike.
Demîrozu got ku karê wan li ber mirinê ye, lê ji ber eleqeya tûrîstên ku tên bajêr ew li ser piyan dikarin bimînin û wiha berdewam kir:
"Jixwe paxirkarî li ber mirinê ye. Çirax nayên peydakirin, kar kesad e. Di ser de jî ji ber bûyerên terorê em lap di nava tengasiyê de man. Heya 5 meh berê gelek tûrîst dihatin van deran, me siparîş pê re nedigihandin. Ji ber terorê tûrîstên ji hundir û dereke êdî nayên. Ji ber hindê mîna esnafê din gelek zirara me jî çêbû."
Demîrozu qala hewldana xwe ya digel Walîtiyê kir û got ji bo ku paxirkarî nemire wan kursek vekir, lê ji ber serîlêdana kêm wan ev kar pêk neanî.
Demîrozu xwest ku zanîngeh bira bi vî karî re eleqedar bibin û wiha got, "Siberojê dê berê xwe bidin vî karî, lêbelê dê ji bo karkirinê hosteyan nebînin."
- "Vê gavê ji bo ku wext derbas bibe em dikanê vedikin"
Hosteyê paxirkariyê Mehmet Çîrkînê 62 salî jî destnîşan kir ku digel kekê xwe wî bi salan ev kar kir. Çîrkîn behsa salên berê kir û got ku zemanekî, wan ji paxir alavên mitfaqê çêdikir û wiha dewam kir, "Wê çaxê karê me biqîmet bû. Lê ji ber kêmasiya talebê esnaf jî berê xwe da alavên diyariyê."