Fatih Gazioğlu
02 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê Okkeş Altunbaş hosteyê saetên antîke ev 50 sal e temîrata wan dike.
Okkeş Altunbaşê hosteyê saetan 61 salî ye û ji 10 saliya xwe va vir va temîrata saêtên antîke dike.
Altunbaş karê xwe hê piçûkatiyê nîşanî kurên xwe Mehmet (41), Vedat (34) û Şahîn (31) jî daye û ji her yekê wan re jî dikanek vekiriye.
Okkeş Altunbaş daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li ber destê bavê xwe hînî vî karî bûye.
Altunbaş got ku wî ev kar nîşanî zarokên xwe jî daye û wiha axivî:
"Em malbatî vî karî didomînin. Wekî min dest bi vî karî kir ez hê 10 salî bûm. Ez hem diçûm mektebê hem jî diçûm çarixtiya vî karî dikir. Paşê min ev kar nîşanî zarokên xwe jî da. Hemû zarokên min dikanê wan hene. Karê xwe jî gelekî baş dikin. Ez û zarokên xwe niha hem saetan diforişin hem jî temîrata saetên antîke dikin."
- "Hem bavê me ye, hem jî hosteyê me ye"
Mehmet Altunbaş jî got ku bavê wî hemû hûrgiliyên vî karî nîşanî wan dane û kêfeke mezin karê xwe dike. Altunbaş wiha dewam kir: "Bavê me paşê ji me hemûyan re dikanek vekir. Me jî ew qet aciz nekir, ji ber me tu carî xemgîn nebû. Tiştekî ku em fehm nekin, em jî wî pirs dikin. Ew hem bavê me ye, hem jî hosteyê me ye. Em her dem li ser rêya wî çûn. Gelek kesan dev ji vî karî berda û derbasî sektorên din bûne lê me dewam kir."