Türkan Tosun
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê di navbera du koman da şer derket, kesek mir û yek jî birîndar bû.
Li gor îdiayê H.Y. (26) yê ku li navçeya Şehîtkamilê li taxa Başpinarê xwedî xwaringehekê ye û C.Ş. (35) bi komeke nasnameya wan hê ne diyar e ra pev çûn.
Di pevçûnê da çek hatin bikaranîn H.Y. û C.Ş. birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê hewl dan lê H.Y li cihê bûyerê mir.
C.Ş.yê giran birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamilê.
Cinazê H.Y. ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipê ya Adlî ya Gazîentabê.
Polês ji bo kesên fîrar kirine bên girtin, dixebitin.