Abdullah Tel
08 Tebax 2018•Rojanekirin: 09 Tebax 2018
KONYA
Li Akşehîra navçeya Konyayê xwedanxêrek di hundirê sandoqeke komerdank a li pêş mala xwe da du têjikên pişîkê dît û li wan xwedî derket.
Alper Doganê li navenda bajêr dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wî di komerdanka mala xwe da 2 têjikên pişîkê dît.
Dogan destnîşan kir ew li bendê man ku maka têjikan bê lê di wê demê da pişîk nedîtin.
Li ser vê yekê Dogan ragihand ku wî ji bo xwedîkirinê herdu têjik ji sandoqê derxistin û wiha pê da çû: "Maka wan li ser wan nebû, niha em xwedî dikin. Em şîr şîregermî dikin û bi van şiringayan berî devê wan didin da ku bi ser xwe da bên. Rojê sê çar caran em vê dikin. Ev têjikên hanê piçekî mezin bibin jî em ê li wan xwedî derkevin lewra bexçeyê mala me heye û ew ê li vir bin."
Dogan ji hemû welatiyan xwest ku bila ji heywanan ra bi merhemet bin û li wan xwedî derkevin.