ANTALYA
Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê tûrîstên biyanî di çarçoveya tûrên alternatîf de di zeviyên pembû de dixebitin.
Tûrîstên ku tên gundê Degîrmenliyê bi rêberên xwe re diçin nav zeviyan, li vir ajotina pembû û çinîn û berhevkirina pembû hîn dibin.
Ji tûrîstên biyanî yên ku bixwazin li nav zeviyê pembû berhev dikin û pembûyên berhevkirî dikin telîsan.
Rêberê tûrîstan Ejder Zeren daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya tûrên alternatîf de ev tûrên ku em li dar dixin bala tûrîstandikşîne. Hin tûrîst di heyata xwe de cara yekem zeviyên pembûyê dibînin û berhevkirina pembûyan ji wan re balkêş tê.
Sandra Balaûsa Alman jî ku beşdarî van tûran dibe diyar kir ku di heyata xwe de cara yekem e ku pembû berhev dike û ji ber vêya jî gelekî kêfxweş dibe.
Mûstafa Ozturkê ku van tûran çêdike ragihand ku li herêma Oymapinarê gelek çalakî û tûrên cuda li dar dixin û tûra pembûyê jî ji vana yek e. Nêzî 4-5 hezar kes beşdarî van tûran dibe.
Ozturk eşkere kir ku tûra berhevkirina pembûyê tevî hin çalakiyan li serê merivekî 30-35 avroyî digire.