Golbaşî bi golên Yeşîlova û Azapliyê ve tevahî bi qasî 16 hezar û 870 doniman mezin e û li wir qûleya çavderiyê, avahiyê danasîn û çavderiyê û şaneşîna temaşeyê heye. Di nav golan de jî çûkên ku li gor demsalê koç dikin û masiyên cur be cur dijîn. Pelên daran yên ku her demsal ji zer bigre heta sor diguhere rengên xwe yê cuda ligel golê dîmenên xweş derdixe holê û bala ziyaretvanan dikşîne.
Kesên ku hez dikin wêneyan bikşînin û xwezayê hez dikin her tim tên li vê parkê û van dîmenên ku di payîzê derdikevin holê jî wan sermest û dilgeş dike.
Serokê Şaredariya Golbaşiyê Yusuf Ozdemîr nûçegihanê AAyê re diyar kir ku navçe navê xwe ji golê hildide. Ozdemîr ragihand ku xweşikiyên xwezayî yên Golê balê dikşîne û wiha got:
"Rewşa xwezayî ya li parkê herî zêde bala kesên ku ji derveyî bajêr tên dikşîne û em jî hewl didin ku vê xweşikahiyê biparêzin. Em bi projeyên xwe ve hewl didin ku parkê bikin navendeke dilkêş."
Ozdemîr diyar kir ku der û dora parkê bi qamîşan ve pêçayiye û ji ber vê jî cur be cur çûk û teyr tên herêmê. Ozdemîr ragihand ku Wezîrê Karên Avê û Daristanê Veysel Eroglu jî teyrên semanek bexşandiye parkê.