MARDİN
Midûrê Weqfan ê Giştî Adnan Ertem: "Pirsgirêkên wek vekirina dibistana rûhbanê û dewletîkirin, ne pirsgirêkên Midûriyeta Giştî ya Weqfan e, pirsgirêkên hiquqê ne."
Weqfên Cemaetan, bi destê Weqfa Suryaniyên Katolîk ya Mardînê, li otêlekê fitar da. Di fitarê de Ertem got ku pêngavên ji bo çareseriya weqfên cemaetan ji 2012an ve hatine avêtin.
Erdem got ku hin pirsgirêk ne ji destê Midûriyeta Giştî ya Weqfan e û wiha dewam kir: "Pirsgirêkên wek vekirina dibistana rûhbanê û dewletîkirin, ne pirsgirêkên Midûriyeta Giştî ya Weqfan e, pirsgirêkên gelemperî yên hiqûqê ne."
Erdem da zanîn ku dosyaya der barê Manastira Mor Gabrîel de li meclisa weqfan e û xebata li ser didome.
Walî Ahmet Cengîz got ku çareserkirina pirsgirêkan bi hezkirin û ewlehiyê mumkûn e.
Şaredar Mehmet Beşîr Ayanoglu jî diyar kir ku li Mardînê gelek neteweyên cuda, di nav xweşbîniyê de bi hev re dijîn.
Serokê Weqfa Meryemana ya Suryaniyan a Îstanbulê Saît Susîn got ku li herêmê Suryanî xwediyê rabirdûyeke kevnar in û wiha dewam kir: "Em li Mardînê û derdora wê gelek dêr û manastiran dibînin. Ev ji dewlemendiya çanda welatê me ye. Divê ev bêne parastin û bigihêjin nifşên li pey me."
Serokê Weqfa Suryaniyên Katolîk ya Mardînê Fuat Çollu got ku milkên wan hatine dagirkirin û niha jî ji bo ku milkên xwe bistînin serî li dadgehan didin.
Serokê Weqfa Dêrê yê Elazigê Îshak Tanoglu got ku dibistanên Îmam Xetîban û Quran Qursî vedibin lê tu saziyeke Suryanî, Ermenî û Rûman tuneye.
Hat diyarkirin ku ji ber civîna lijneya wezîran Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç beşdarî bernamê nebûye.