Fatih Gazioğlu
15 Hezîran 2019•Rojanekirin: 22 Hezîran 2019
Li Başakşehira navçeya Stenbolê xwendekarên diçine Lîseya Îmam Xetîbê ya M. Emîn Saraç hem hinî zimanê Erebî dibin hem jî zimanê Rûsî.
Lîseya Îmam Xetîbê ya M. Emîn Saraç li Stenbolê mekteba projeyê ye. Li mektebê 60 xwendekar di pola amadehiyê hînî zimanê Rûsî û Erebî dibin.
Xwendekar di hefteyekê da 20 saetan bi zimanê Rûsî û 7 saetan jî bi zimanê Erebî perwerdeyê dibînin.
Midûrê Lîseya Îmam Xetîbê ya M. Emîn Saraç Vedat Karabayir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li mekteba wan de ji bilî Erebî pola zimanê Îngilîzî û Rûsî jî vekirine û wiha axivî:
"Li mekteba me ev 4 sal bû pola amadehiyê ya zimanê Erebî hebû. Me îsal jî ji bo zimanê Îngilîzî û Rûsî 2 polên din jî vekirin. Xwendekarên me yên ku di beşa Erebî de dixwînin di hefteyekê da 20 saetan bi zimanê Erebî, 7 saetan jî bi zimanê Îngilîzî perwerdeyê dibînin. Xwendekarên ku di beşa zimanê Rûsî û Îngilîzî da perwerdeyê dibînin jî di hefteyekê da 20 saetan bi zimanê Rûsî û Îngilîzî û 7 saetan jî bi zimanê Erebî perwerdeyê dibînin. Xwendekarên me piştî 5 mehan, havînan ji bo mehekê ku pratîkê bikin diçin dervayî welêt. Xwendekarên bi zimanê Erebî perwerde dîtin ji bo pratîkê diçine Urdunê, yên bi zimanê Îngilîzî perwerde dîtin diçine Londrayê û yên bi Rûsî perwerde dîtin jî diçine Kazanê."
- "Ez ê Zanîngeha Bogazîçiyê tercîh bikim"
Ji xwendekara beşa Rûsî Berfîn Soyuncuyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê ji ber perwerdeya zimanan ev lîse tercîh kir û wiha axivî: "Ji mamosteyên me kesek bi xwe jî Rûs e. Em perwerdeyeke gelekî baş dibînin. Bi saya vê mektebê ez ê hem hinî Erebî bibim hem jî hinî Rûsî bibim. Piştî lîseyê ez ê zanîngeha Bogazîçiyê tercîh bikim."